Li dinyayê û li welatê me mirovahî di wê nav bêhêvîtiyeke tarî de ye ku ew ji aliyê pergala xirabe ve hatiye afirandin.
Û yên ku dîtin ku ev pergala xerab bi hejên pêşîn dike qirçînî, hêviyên xwe zêdetir kirin.
Paşvexwaz, kevneperist, bavê pereyan, zorbeyên emperyalîst îro ji bo stû li me bidin xwarkirin dest dane destê hev.
Şerê Kawayê hesinker ê efsanewî û yê Dehakê key ê zalim nirxeke gerdûnî dihewîne. Kawa, qehremanê wan kesên ku stû li ber zaliman xwar nekirine. Ew gihiştiye me wek semboleke gerdûnî ku ew sembol li dijî pergala xerabe berxwedana xelasbûnê ye.
Wê baş bibe em dubare bikin hevokên pîrozkirinê yên peyama me ya Newroza sala 2018’an.
Newroza kedkarên Kurd pîroz be ku ew şewla azadî û wekheviyê digerin li hemberî nijadperistî, paşvexwaztiyê, li hemberî terîqetan, projeyên emperyalîst, li hemberî patron û axayên eşîran ku ew bi sermayeyên navneteweyî re ne.
Newroza hemû hemwelatiyên me pîroz be ku ew rêya tarî ya paşvexwazan, ya zordarên emperyalîst, ya keysperestên perehez qebûl nakin û dinyayeke ronak digerin.
Newroza hemwelatiyên Sûrî yên berxwedêr pîroz be ku welatê wan bi destê emperyalîst û paşvexwazan ve bûye gola xwînê.
Roja nû ya karkeran pîroz be ku ew li ber xwe didin ji bo dinyayeke bêsînor û bêsinif, ew dibêjin “em ferqa olê nizanin, em ferqa ziman nizanin, qey em ji dayik bûne ji heman dêyê” û her wisa dimeşin.
Di vê roja nû de êdî gerek e ku gotinên nû bê gotin.
Wext ew wext e ku Kawayên hesinker di bin ala sosyalîzmê de bên civîn ji bo şerê dawîn ku ew şer di nav karkerên hemû welatan û di nav patronên ji her neteweyê, ji her olê de ye.
Newroz pîroz be.
Komîteya Navendê ya TKPê